USLANMAM
USLANMAM öğesini iGoogle sayfanıza ekleyin.
UslanmaM En Kaliteli Bilgi Adresiniz
Geri git   USLANMAM > ENTERESAN > İlginç Bilgiler > Fizik
Google
 
UslanmaM Resim AlbümleriSosyal Gruplar
Kayıt ol Sosyal Gruplar Ajanda Konuları Okundu Kabul Et

Yeni Konu aç  Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 12-17-2006, 08:32 PM   #1 (permalink)
Banned
 
xCaLiBrEx - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
Cool Rêbazên Fizîkê

Rêbazên Fizîkê


Fizîka Ceribandinê


Wek ji navê wê tê têgihîştin di navenda fizîka ceribandinê de ezmûn heye. Bingeha emzûneka fizîkî nirxandina gewşînên pergaleka hatiye amadekirin bi jimaran e. Ev nirxandina jimarî bi pîvanê tê darxistin. Di pergalên emzûnan de gewşînên dembende (dînamîk) an yên demazad (statîk) tên pîvan.

Fizîka Teorîk

Erka fizîka terorîk zivirandina modelên emzûnî yên fizîka ceribandinê li ser teroriyên bingehîn ên nas an li ser gumanên bingehîn (hipoaaa) yên herjimareka dengaz-hindiktirîn bi matematîkê ye. Ji wir wê de ji modelên êdî nas jî rawêj ên dikarin werin nirxandin dardixe.

Fizîka Matematîkî û Fizîka Bikaranînê

Fizîka matematîkî dikare wek şitleka fizîka teorîk were dîtin. Tenê di bikaranîna modelan de ji hev cihê ne. Fizîka teorîk matematîkê wek zimanê fizîkê bikartîne a matematîkî ji modelên fizîka teorîk pergalên matematîkî dardixe.
Encamên lêkolînên fizîka bikaranînê jî di qadên nefizîkî de cîh digrin wek teknîk elektronîk.

Fizîka Kompûterî ( Simûlasyon)

Bi pêşveçûna zanista kompûterî û bi wê bende bi xurtbûna pergalên kompûterî bikaranîna kompûteran bû rêbazeka girîng a fizîkê. Fizîkzanên komputerî ne bi tenê teorîvan ji ber ku ew bi simulasyonan teoriyan diceribînin û ne jî bi tenê emzûnvan in ji ber ku ceribandinên wan tenê di xwejimêran de dimeşin. Di her herêmên fizîkê de simûlasyon cîhekî pirr mezin digire.

Mijarên Fizîka Nûjen;



Teoriya Relatîvî


Teoriya Relatîvî ji Albert Einstein (wek Albert Aynştayn bixwîne) hat avakirin. Têgihîştinek bi bingeh ve nû ji bo dem û cîh anî. Dem û cîh ne tiştên gerdûnî ne. Ji bo her temaşevanek navberên demî û cîhî ji hev cûda tên dadkirin. Sê dîmenziyonên cîh û dem bi hev re dihelin û dibin çar dîmenziyonên "cîhdem". Hêza giraniyê ji xwarbûna demcîh peydah dibe. Sedema xwarbûna demcîh jî hebûna laş û hêz e. Bi dîtina Einstein laş û hêz yek tişt in.

Fizîka Kwantum

Fizîka kwantum zagonên siruştî di herêmên atomî û binatomî de dide xuyakirin û xwe ji fızîka relativî tundtir ji fizîka klasîk vedigerîne. Fizîka Kwantum dibêje ku pirr mezinahiyên fizîkî di hin rewşên taybetî de wek kwantankirî tên hesibandin ango ne awake mayînde de ne. Derbasbûna wan ji awakî bo awake din bi banzan tê holê ne mayînde. Bûjen wek fenomenek têgihîştina wê dijwar xuya dike; ew ji perçên bingehîn ango kwantan tê holê. Cîh û leza perçekî ti carî nikare wekdemî were zanîn. Helwesta bûjen hem wek perçeyan û hem jî wek pêl e.

Çar Hêzên Bingehîn

  • Hêza giraniyê
  • Hêza elektro-magnetî
  • Hêza jar
  • Hêza xurt
Armanceka fizîkê ew e ku formuleke gelerî ku bikari be ev her çar hêzan di formulekî de yek bike (formula cîhanê) were dîtin. Heta niha tenê hêza karebar û hêza magnetî hatin yekkirin. Her du hêzên dendikî ( ên atomê) a jar û a xurt û a karebar (elektro-magentî) jî di formula "super symetry" de hatine yekkirin. Lê di raya giştî a fizîkzanan de hîn bi tevahî nehatiye pejirandin. Serêşa herî mezin di vî warî de hêza giranî derixe holê. Ji ber ku li hember hêzên din hêza giranî zaf nimiz e û di derdora laboratorkî de nikare were pîvan û herwiha yekkirina wê bi hêzên din ve pirr dijwar e. Di "teoriya string" (string = ta bend) de bi taybetî jî "teoriya M" de tê gotin ku bûjen ji stringan ango ta cêkirî ye. Ev string ji perçên atomî ên nas zaf piçûktir in (10^-35 m) û yek-dimenziyonî ne. Teoriya (super-)string gerdûneka 11 dîmenziyonan dipejirîne.
Ji ber dijwariya îsbatkirinê ev û hin teoriyên din di raya giştî a fizîkzanan de hîn rûneniştine

xCaLiBrEx isimli Üye şimdilik offline konumundadır  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!
Alıntı ile Cevapla

Cevapla


Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
You may not post new threads
You may not post replies
Eklenti Ekleyemezsiniz
You may not edit your posts

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-KodlarıKapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık
Gitmek istediğiniz klasörü seçiniz


Bütün Zaman Ayarları WEZ +2 olarak düzenlenmiştir. Şu Anki Saat: 12:16 AM .
Üyelerimiz görüşlerini önceden onay olmadan anında yazabilmektedir, bu yazılardan dolayı doğabilecek her türlü sorumluluk yazan kullanıcılara aittir, UslanmaM yoneticileri itina ile icerik kontrolleri yapmaktadir, yine de UslanmaM' da yasalara aykırı unsurlar bulursanız İLETİŞİME veya 0555 582 46 56 numaralı telefona bildirebilirsiniz, gereği yapılacaktır.
English Explanation: Our users can give their opinions without getting any approval in our site, all the responsibilities which can rise from these articles belong to these users, the managers of UslanmaM control the contents very carrefully, but if you find any item opposite to the rules CONTACT or dial +90555 582 46 56


Powered by vBulletin Version 3.7.3
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.'e Aittir.
Tercüme Eden : TEKplatform
Search Engine Optimization by vBSEO 3.2.0
[Faaliyet Belgesi]-[Gizlilik Bildirimi]-[UslanmaM Kuralları]-[UslanmaM İletişim/Contact]
Alexa
Sagopa Kajmer*bebek *izafet*Web Hattı*Meleklermekanı*MaxiCep*araba